Jiyan

Googleê Roja Mamosteyan pîroz kir

Andaç Hongur Erpehlivan  | 24.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Googleê Roja Mamosteyan pîroz kir

Istanbul

Googleê ji ber 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan logoyeke taybet ya ku tê da moz û xwendekar hene amade kir û ev roj pîroz kir.

Bikarhênerên înternetê gava rûpela sereke ya Googleê vedikin, rastî doodleke taybet a ji bo Roja Mamosteyan hatiye amadekirin tên.

Armanca sepanên Doodleê ew e ku balê bikişîne ser kesayetiyên dîrokî, bûyerên çandî, betlane û rojên taybet ên girîng ên welatên dinyayê.

Bikarhênerên înternetê logoya ku bi awayekî taybet hatiye sêwirandin, ditikînin û der heqê mijarê de bêtir agahiyan bi dest dixin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın