Hakan Sarı
11 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2023
Kendavên piçûk ên li Gevaşa navçeya Wanê bi siruşta xwe ya destpêneketî, behra xwe ya şîn, mîkrobiyolîtên xwe û tevna xwe ya dîrokî, qûmsala xwe û reng û rûyê xwe yê payîzê va mazûvaniya siruşthezan dike.
Li ser Gola Wanê piştî rêwîtiya ku nêzî 3 saetan dikişîne meriv xwe digihîne kendavên piçûk ên li texma Axînê. Ev kendav ji kendavên li herêmên Ege û Behra Spî kêmtir nînin.
Kendavên piçûk bi siruşta xwe ya bê hemta, ava xwe ya şîn, mîkrobiyolîtên xwe, tevna xwe ya dîrokî, qûmsala xwe û reng û rûyê xwe yê payîzê va siruşthezan dike hejmetkarê xwe.
Serokê Kulûba Sporê ya Gelî û Siruştê ya Wanê Omer Demez bi 35 siruşthezan va kendavên piçûk ên Axînê û derdora Dêra Altinsaçê geriyan. Demez diyar kir ku di hewzeya Gola Wanê da herêma Înkoyu û Axînê kendavên piçûk êm girîng hene ku ev kendav li Tirkiyeyê ji kendavên piçûk ên girîng in.
Serokê Kulûbê Demez daxuyand, ji bo ku ev kendavên piçûk ji bo turîzmê werin vekirin, ew salê çend caran tên van deran digerin û dimeşin. Demez wiha dewam kir:
"Ev tengav her demsal bedewiyên cuda pêşkêşî ziyaretvanan dikin. Em salewextê di demên diyar da ji bo van tengavên sipehî çend çalakiyan li dar dixin. Divê ev der li rotayên turîzmê bên zêdekirin. Vê derê bi xwezaya xwe ya çavpêneketî, behra xwe ya hêşîn, mîkrobiyalît, xîz û rengên xwe yên payîzê va xwezahez hejmetkar hiştin. Lewma divê herkes were dîtina van tengavan."
Xwezahez Emrah Yavuz jî wiha axivî, "Îro bi saya serê çalakiya kuluba gelî ya werzişa xwezayê em hatin dîtina tengavên li herêma Înkoyu û Axînê yên Gola Wanê. Avtengên pir sipehî ne. Hewa hinekî sar e lê, hêjayî dîtina van bedewiyan e. Em ê ji vir jî biçin dêra Altinsaçê. Pêşniyaza min ji bo herkesî ew e ku bên dîtina van deran."