Sevim Hatun
25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
MUŞ
Li Mûşê hewa sar bû bi sermayê re welatî zêdetir sobeyan distînin.
Kerem Reçberê ku ev 30 salin li Mûşê sobeyan çêdike difiroşe ji rojnamegeran re got ku, demsala zivistanê nêz bû, her diçe hewa sar dibe, herwiha niha li herêmê sobe, lûle û satilên sobeyê zêdetir tên firotin.
Reçber got ku em li ser daxwaza şêniyên herêmê sobeyan çêdikin û wiha dewam kir: "Him ji herêmên derûdorê him ji gundan sobeyan dixwazin. Niha li sûka sobefiroşan tenê 5 îmalatxane mane. Çend sal berê li vê derê 15 îmalatxaneyên sobeyê hebûn."
Reçber got ku îsal 4 hezar sobe çêkiriye û wiha pê de çû:
"Bihayê sobeya navbera 40-70 lîreyan de diguhere, sobeyên bi firin jî 150 lîreyî têne firotin. Niha ez bi 3 kesan re dixebitim. Ku cihekî firetir bi destê min biketa ez ê bi 70 kesî re bixebitîma. Lewra cihê ez makîneyan bi cih bikim tune ye. Ev dikana em têde ne ji bav û kalan ji me re ma. Em di vê dikana 70 sal berê de dixebitin."