25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
KARS
Cotkarên li Arpaçaya navçeya Qersê ji ber tirsa barîna berfê dest bi berhevkirina kartolên dawîn ên ku di bin erdê da ne kirin.
Cotkar ji bo ku berf bi ser keda wan da negire pale girtin û bi alîkariya cîranên xwe va jî dixwazin hemû kartolan berhev bikin. Lewra hefteya borî kartol ji ber berfa ku bariya bû nikaribûn bên derxistin û vê terkên tavê çawa ku ruyê xwe nîşan da cotkaran jî dest bi kar kirin.
Paleyên li nav zeviyê kartolên ku bi motoran ji bin erdê tên derxistin berhev dikin û tijî torbeyan dikin, paşê jî li motoran tên barkirin û ji bo firotinê ber bi Qers û bajarên din va tên şandin.
Taner Karaagaçê ku cotkare daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nêzî 110 hezar donim erdê li herêma Arpaçayê kirê kir û kartol lê ajot û wiha pê da çû: "Em niha kartolên xwe yên ji bo zivistanê ji erdê derdixin. Ev bi rihetî dikarin bên xwarin lewra dermanên kîmyewî ji bo wan nehat bikaranîn. Em dixwazin ku demildest derxistina wan biqedînin. Kartolên vê derê baş in kesên ku par ji me sitendine îsal jî dixwazin."
Latîf Onurluyê ku li herêmê esnafe û dest bi cotkariyê kiriye jî ragihand ku ji ber kartol zêde tên xwestin dest bi danîna kartolan kir.