Iğdır
Çiyayê Agiriyê ku bi 5 hezar û 137 mêtro bilindahiyê va çiyayê herî bilnd ê welêt e, piştî ku berf barî di bin mij û berfê da ma û dîmenên xweş derketin holê.
Çiyayên Agiriyê yên mezin û biçûk ên di navbera Îdir û Agiriyê da piştî berfê çîlspî bûn.
Lûtkeyên çiyê yên ku bi mijê nixumîn dîmenên xweş derxistin holê.
Ji welatiyan Coşkun Oluz daxuyand ku Çiyayê Agiriyê her demsal xweş xuya dike, lê niha bi berfê nixumiye.
Oluz wiha axivî, "Em wek siruşthezên li Îdirê dijîn, mêvanên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê û welatên din tên diezimînin. Ez her kesî vedixwînim vir ku ew vê derê bibînin.
Ev der siruşteke ku nehatiye kifşkirin, lingê însanan kêm lê ketiye. Nebêjin rêya me lê bikeve em ê herin, miheqeq rêya xwe li vir bixin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
