Gola Çaliyê ku mazûvaniya teyr û tilûrên koçber dike, qerisî
Kars
Gola Çaliyê di sir û sermayê da qerisî.
Gola Çaliyê li Tirkiyeyê di nava golên ku raqima wan herî bilind e da cih digire û wekî "qada avî ya ji bo welêt girîng e" da cih digire û tê parastin.
Li bajêr germa hewayê bi şev heta 9 pileyan dikeve binê sifirê û gol di vê seqemê da qerimî. Ev gol jî dikeve navbera navenda bajêr û navçeya Dîgorê û di vê navberê da li texma Dirba Xanan e û raqima wê 2 hezar û 237 e.
Li derdora golê nebatên cisnên endemîk hêşîn dibin û gol ji 2016an vir va wekî "qada avî ya ji bo welêt girîng e" tê parastin.
Bi ketina berfê ra dora golê spî bû.
Gol li ser rêya teyr û tilûrên koçber e ku ji Afrîkayê koçî Rûsyayê dikin. Golê di meha gulanê da mazûvaniya 137 cure û cisnên teyr û tilûran kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
