05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
MONTREAL
Karsazekê misliman ê ku li Montreala bajarê Kanadayê loqanteya wî heye bêpere xwarinê dide kesên hewcedar.
Yahya Hashemiyê ku li koşeyê kolanên Ste-Catherine Street West û Mackayê loqanteya wî heye li ser dikana xwe bi ingilîzî û frensî nivîsî ku ew ê xwarinê bêpere didin kesên ku perê wan tunin.
Hashemiyê ku di medyaya civakî da eleqe nîşan danê daxuyanî da çapemeniya Kanadayê û û diyar kir ku di rojê da kêm zêde 4-5 kes tên bêpere xwarinê dixwin.


Hashemî destnîşan kir ku 5 meh e vê piştgiriyê didin, mesferê xwarina bêpere jî hesab nakin.
Hashemî wiha got: "Têrkirina birçiyan wecîbeya dînê me ye. Wek mayîn vî welatî gelek tişt dan me, me xwest ku hin tiştan bidin Kanadayê."

- Ji bo tevkariyê hin kes pereyan dibexşînin
Yahya Hasemî got hin kesên ku li loqanteya wî xwarinê dixwin jî ji bo ku xêra wan jî tev be tevkariyê didin.
Hashemî got hin mişteriyên wî dibêjin, "Xwarina kesê ku piştî min bê bira ji min be" û 20, 30 heta 50 dolarî zêde didin û wiha pê da çû: "Kesên ku tên dibêjin 'perê min tune' em li ser û gohên wî mêze nakin. Kesê ku pereyê wî tune kî dibe bira bibe xwarina xwe dixwe û diçe."