04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ESKÎŞEHIR
Li dibistaneke navîn a li Mîhalgaziya navçeya Eskîşehirê, bi projeya "Kantîna Duristiyê" ku kirin rewacê, tevgera duristiyê ya xwendekaran xurt dikin.
Li Dibistana Navîn a Mîhalgaziyê "Projeya Kantîna Duristiyê" kirin rewacê, li vê kantînê di heftê de du rojan xwendekar diçin kantînê çi dixwazin distînin û perê xwe datînin qasa pera. Wexta xwendekar tiştan distînin xwediyê kantînê ne li wir e. Xwendekarên ku tên kantîna ku berpirsê wê "duristî" ye xwendekar tiştên ku distînin hildidin û heqê wî datînin qasê, herwiha ku hewce bike dikarin ji qasê sertayê perê xwe hildin.
Midûrê dibistanê Vedat Dûman ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku salên berê projeya "Dolaba Duristiyê" li dibistana xwe kirine rewacê û di sala perwerdeyê ya 2016-2017an de proje bi navê "Kantîna Duristiyê" dewam dike.
Duman destnîşan kir ku projeya wan encamên erênî daye û wiha got: "Ji bo ku xwendekar xwe îdare bikin me rêbazeke wiha dît. Em nîşan didin ku bi wan bawer in û ew jî bi xwe bawer dibin."
Duman diyar kir ku koma koperatifê kantîna dibistanê dixebitînin û wiha xeberda: "Di nav hefteyê da çend roj xwendekar katînê dixebitînin. Çi bikirin pereyê wê datînin kaseyê. Hemû pergal di destê xwendekaran da ye."
"Di qaseya me de tim zêde pere dertê "
Berpirsiyarê projeyê mamoste Seyhan Dogan got ku heviya ku bi xwendekarên xwe ve girêdaye berhewa neçû û wiha deyam kir: " Xwendekarên me dibêjin ji rojên normal bêtir kêfxweş in. Dema ku xwe kontol dikin divê hûn wan bibînin. Hevalên li bal hev ji hev re dibêjin 'Tişta ku te girtî 50 qiruş e, sertayê perê xwe bigire' û hevdu kontrol dikin. Ji qaseya me her tim zêde pere dertê. Peşî me got dibe ku xelet hesap dikin pişt re me mêze kir wiha dewam dike û her ku diçe pere zêde dertê. Zarokên ku bi ve exlaqî mezin dibin ji bo pêşeroja welatên me pir baş e.
" Her kes durist tevdigere"
Xwendekarê pola 5emîn Arda Tek jî der barê projeyê de kefxweşiyan xwe anî ziman û got: "Her kes durist tevdigere. Hevalên me dema ji ezmûnê dertên an jî derdikevin tenefusê ji qantîne çi dixwazin digrin û perê xwe datînin wira. Car caran perê hevalê me tune be em şuna wan didin.