Ahmet Aydın
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ESKÎŞEHÎR
Di Bernameya Piştgiriya Teknîkî ya Ajansa Geşepêdanê ya Bûrsa Eskîşehîr Bîlecîkê (BEBKA) de, ya ku Rêveberiya Tendirustiyê ya Eskîşehîrê û Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê (ESOGU) bi hevkarî bi rêve dibin 17 beşdaran bawername sitendin.
Li Navenda Terapiya bi Hespsiwariyê û Perwerdeya Tetbîqî ya Akadêmiya Pîşeyê ya Hespsiwariyê ya ESOGU Mahmudiyeyê, 17 personelên tendirustiyê ku di nava wan de bijîşk û derûnnas jî hene, 43 seatan perwerdeya hesptîmarî û hespsiwariyê û 42 seatan jî perwerdeya sereke ya terapiya bi hespsiwariyê dîtin.
Ji bo 17 personelên navborî li Akadêmiya Pîşeyê ya Hespsiwariyê ya ESOGU Mahmudiyeyê merasîmeke bawernameyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de Parlementerên AK Partiyê yên Eskîşehîrê Nabî Avcî û Emîne Nûr Gunay, Rêveberê Tendirustiyê Wîlayetê Ugur Bîlge, Rektorê ESOGUyê Prof. Dr. Kemal Şenocak, Rêveberê Akadêmiyê Endamê Perwerdeya Bilind Doktor Hakan Çalişkan û peywendîdarên din amade bûn.
Avcî di axaftina xwe ya di merasîmê de destnîşan kir ku ev projeya ku bi dilsozî destpê kirine gihîştiye asteke baş û anî ziman ku Mehmûdê 2yemîn bi mebesta xwedîkirina hespan ji bo artêşa Osmaniyan, temelê hespsiwariyê ya li Mahmûdiyeyê avêtiye.
Avcî wiha berdewamî da axaftina xwe:
"Mahmûdiye bû navendeke wisa ku xizmetên sûdmend pêşkêşî artêşa Osmaniyan dikir. Di dema Komarê de jî hespsiwariya li vêderê dewam kir. Navenda Terapiya bi Hespsiwariyê û Perwerdeya Tetbîqî ya Akadêmiya Pîşeyê ya Hespsiwariyê ya ESOGUyê bû îfadeyeke berceste ji bo pêvajoya terapiya bi hespsiwariyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2005an li Enqereyê dabû destpêkirin.
- Gunay: "Ew navend ji bo Eskîşehîrê gelekî bi qîmet e"
Parlementera AK Partiyê ya Eskîşehîrê Emîne Nûr Gunay destnîşan kir ku ew navenda ku bi goşenîgara nûxwaziyê hatiye avakirin ji bo Eskîşehîrê gelekî bi qîmet e û bal kişand ser wê yekê jî ku ev tesîs li Tirkiyeyê ya duyemîn e.
Rêveberê Tendirustiyê Wîlayetê Ugur Bîlge jî anî ziman ku hippoterapiya ku xwediyê rabirdûyeke bi qasî 2 hezar û 500 sal e, piştî pêvajoya destpêkirina wê bi talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi hewlên parlementer Nabî Avcî destpê kirine.
Rektorê ESOGUyê Prof. Dr. Kemal Şenocak kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna merasîmê anî ziman û got, "17 personelên serkeftî bawername sitandin. Bi saya vê jî îdî xizmetên terapiya bi espsiwariyê wê ji aliyê pisporan ve bên kirin."
Rêveberê Akadêmiyê Endamê Perwerdeya Bilind Doktor Hakan Çalişkan jî ji bo ku di nava vê hewlê de ye kêfxweşiya xwe anî ziman.
Piştî axaftinan beşdarên perwerdeyê bawernameyên xwe sitendin. Herwiha piştî nîşandana perwerdeyeke kurt endamên protokolê li hespan siwar bûn û tûr avêtin.