Haydar Şahin
2017 ж. 07 шілде•Rojanekirin: 2017 ж. 12 шілде
MUŞ
Melîke Aşara ji Moldovayê li Mûşê mêr kir û paşê bû misilman û welatiya Tirkiyeyê. Aşarê li bajêr çîftlika mirîşan danî û rojê 950 hêkên gundan difroşe.
Ji vir 16 sal berê Melîke Aşar û Ogur Aşar zewicîn, Melîke Aşar bû misilman û derbasî welatibûna Tirkiyeyê bû. Nika 3 zarokên Aşarê hene. Aşar di tesîra jiyana gund da ma û 4 meh berê di nava zeviya mêrê xwe de ya li gundê Akpinarê çiftlika mirîşkan danî.
"Ez dixwazim hejmara mirîşkan derxim 10 hezarî"
Aşarê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi 2 hezar mirîşkî va dest bi vî karî kir û xebatên xwe didomîne.
Aşarê got ku nika di rojê da 950 hêkî difroje û wiha pê da çû: "Em hêkên xwe yên gundan difroşin dikanên li Mûşê. Eleqeyeke mezin tê nîşandan. Ji ber vê em dixwazin ku karê xwe mezin bikin. Nika 2 xebatkarên me hene. Em dixwazin ku karê xwe mezin bikin û hejmara xebatkaran derxin 10 kesî."
Aşarê got dixwaze ku hejmara mirîşkan ji 2 hezarî derxe 10 hezarî ji bo vê jî ew ê serî li dewletê bixe.