Nihat Kavşut
11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku sir û serma zêde ye masîgir bi xizangên hespan diçin ser Gola Çildirê, cemedê dişikînin û mîna "Eskîmo"yan masiyan digirin.
Li Gola Çildirê ku di navbera sînorên Qers û Erdexanê da dimîne ji ber serma û seqemê qalindiya cemedê gihîştiye 40 santîmêtroyî.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku sir û serma zêde ye masîgir bi xizangên hespan diçin ser Gola Çildirê, cemedê dişikînin û mîna "Eskîmo"yan masiyan digirin. ( Cüneyt Çelik - Anadolu Agency )
Welatiyên ku li Arpaçaya navçeya Qersê li gundê Taşbaşiyê masîgiriyê dikin bi xizangên hespan diçin ser Gola Çildirê, cemedê dişikînin û mîna "Eskîmo"yan masiyan digirin.
Masîgir bi tevr û bêran cemeda golê dişikînin û tora xwe berdidin avê û rojekê dihêlin. Masîgir rojek bi şunda bi xizangan diçin cemedê cardin dişikînin û tora berdane avê dikişînin.
Dural Daşdemirê masîgir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi xizangan diçin Gola Çildirê masiyan digirin.
- "Em rojê qederê 20-30 kîlogram masî digirin"
Bi xizangên hespan diçin ser golê û masiyan digirin
Daşdemir diyar kir ji ber ku gundê wan nêzî golê ye her gav ji bona masiyan tên û wiha axivî: "Piştî ku em xizangan li ser golê digerin mîna Eskîmoyan masiyan digirin. Berêvarê em tora xwe berdidin avê û dora rojê nîvrokî tên û derdixin. Em rojê qederê 20-30 kîlogram masî digirin."
Ertan Daşdemir jî diyar kir bi tevr û bêran cemeda golê dişikînin û wiha got: "Em torên xwe yên 20-30-50 mêtro ne berdidin avê. Em masiyan bi saxî digirin û didin muşteriyên xwe yên ku tên."
Daşdemir destnîşan kir ji ber ku av cemidî ye tehma masiyan xweştir dibe.