Abdullah Tel
11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Li Altinkalbûra ser bajarê Bitlîsê ku germahiya hewayê di bin sifirê da heya 10 pileyî daket komek welatî ketin hewza ava wê mîna cemedê bû.
Welatî di mehên havînê da ji bo hênik bibin diçin û dikevin ava Altinkalbûra ser rêya Bitlîs-Mutkiyê lê komek welatî di meha Rêbendanê da ku wek çile tê binavkirin xwe avêtin nav ava sar.
Komek welatiyan serê sibê hat ser hewzê, agir pêxistin, çat çêkirin û vexwarin û paşê jî derketin ser dîwarên dora hewzê û xwe avêtin nav ava mîna cemedê.

Ji welatiyan Serdar Durer daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew hersal "mihrîcana soberiya zivistanê" dikin û tên û dikevin vê hewzê.
Durer destnîşan kir ku ew di meha Rêbendanê da dikevin avê û wiha dewam kir: "Di nav avên çavkanî da ji yên herî sar ên welatê me yek ava Altinkalbûrê ye. Em dixwazin ku balê bikşînin ser Bitlîsa wek paytexta berfê tê zanîn. Him hewa û him jî av gelekî sar e û em jî kêf dikin. Li deverên curbecur ên dinyayê çalakiyên wiha tên kirin. Em jî li bajarê xwe vê dikin."
Serokê Kûluba Gelî, Siruşt û Sporê ya Bitlîsê Abîdîn Araboga jî ragihand ku li herêmê hewa bi qasî 6 mehan sar e û wiha pê da çû: "Divê mirov bedena xwe hînî vê sermayê bike. Em ji bo ku bala mirovan bikişînin û haya wan pê xin di vê sermayê da dikevin avê."