26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bitlîsê piştî ku hewa germ bû, hosteyên keviran li kana kevirên Xelatê ku di mîmariya berhemên taybet û temîrkirina berhemên dîrokî da tên emilandin, dest bi xebatê kirin.
Kevirê Xelatê yê ku li welat bi taybetî jî di avahiyên ku mîmariya wan taybet e da tê emilandin, bi şêweya xwe ya estetîk va avahiyan dixemilîne. Hosteyên kevir ên ji Xelatê yên ku bi germbûna hewayê ra dest bi xebatê kirin, bi rêbaza kevneşopî ya ku sedan sal e dewam dike va kevirê Xelatê ji kanê derdixin.
Hosteyên ku di derxistina kevir da pir hesas dixebitin destnîşan kirin ku bi vî kevirî va gelek berhemên dîrokî yên mîna mal, mizgeft, kanî û pir hatine înşakirin.
Ji hosteyan Cem Nacaroglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku bi germbûna hewayê ra wan li kana xwe ya ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye dest bi xebatê kirin.
Nacaroglu bal kişand ku ew bi rêbazên kevneşopî va xebata derxistina kêvir didomînin û îsal jî wan hefteyek zûtir dest bi sezonê kirin.
Nacaroglu axaftina xwe wiha domand:
"Em ji destê sibê şûnda bi tevir û bêran axa dora kevirê di binê erdê da dikolin, dora wî vedikin û wî ji şûna wî dileqînin. Dû ra em bi mûç û banûkiyan kêvir şeq dikin û dikin perçe perçeyî. Li gorî rewşa kevir û hejmara me ya rojane, em keviran derdixin û wextê ku tarî dikeve erdê jî em vedigerin mala xwe. Bi salan e, em bi derxistina van keviran derbasiya xwe dikin. Em vî kevirî difiroşin hundir û dervayê welat."
Nacaroglu destnîşan kir ku ew ji kanan kevirên sor, spî û reş derdixin, mîna rengê wan taybetiya keviran jî cuda ye.
Nacaroglu wiha got, "Taybetiya rengan jî cuda cuda ye. Kevirê spî bêtir hişk e. Ji kanê ciyê ku nêzîktirê axê ye kevirê spî, qedemek binê wî sor û di herî jêr da jî yê reş derdikeve. Di nava van da yê herî nadîr kevirê spî ye. Ji ber hindê yê herî biha jî kevirê spî ye. Bihayê kevirê sor û reş wekî hev e."