26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
TUNCELI
Li Tunceliya ku dixwaze di dewsa terorê da bi tarîx û tebîeta xwe bê bîrê bi hatina biharê va dîmenên ku meriva heyran dihêlin derketin holê û gelek ziyaretvan tên vê derê. Xêncî dîmenên ku bi harê ra derketin dolê pireya dîrokî, keleh, xirabeyên himamê û Geliyê Rabatê ya ku şirşirnegên avê lê heye û 100 tebîethezên ku ji bajarên der û dorê hatin li herêmê geriyan.
Koma Gervanên Dêrsimê ji bo ku bajarê wan bi dîmenên xweşik ên tebîetê bên bîrê bi dirûşmeya "ji inyatê terorê ra" va geran li dar dixe û ziyaretvanan dibe Geliyê Rabatê. Xêncî ziyaretvanên ji Tunceliyê ji Elezîz, Bîngol û bajarên din jî bi tevahî 100 kes tevlî gerê bûn.
Di gera Geliyê Rabatê da tûrîzma tebîetê ya Tunceliyê nîşan da ku potansiyeleke baş li vê derê heye.
Komê li goma Ortuluyê bi hev ra teştê xwar û paşê derbasî dîtina Şirşirnega Rabatê bûn. Ziyaretvanan li ber şirşirnega ku bi ava berfa helandî va zêde bibû wêne kişandin û ji wê derê derbasî Pireya Rabatê, Kelha Rabatê bûn, rojeke bi tebît û dîrok derbas kirin.
- "Bê tirs û fikar li welatê xwe bigerin"
Malîk Kayaê berpirsiyarê Koma Gervanên Dêrsimê got ku di meke ku meriv ji ber ewlekariyê dikevin fikaran da bi 100 kesên ku ji Tuncelî, Elezîz, Bîngol û bajarên din hatin va li Geliyê Rabatê geriyan.
Kaya diyar kir ku wek Koma Gervanên Dêrsimê ev 8 sal e geran li dar dixin û ewê van organizasyonan bidomînin û wiha axivî:
"Ez dixwazim bi taybetî peyemekê bidin kesên ku ji ber fikaran nayên nagerin. Ev qasî nekevin fikaran û sedem tune ku bitirsin. Em hatin û geriyan. Em li vê herêma dîrokî û tebîeta bihempa geriyan. Em ê ji vir şûnda jî geran organîze bikin. Em dixwazin ku bira meriv êdî bê tirs û fikar li welatê xwe bigerin û li gor dilê xwe her ciyî bibînin. Hêviya me ev e."
Ceren Saymana xwendekara Zanîngeha Tunceliyê ya ku tevlî gerê bib jî diyar kir ku ji gerê zehf kêfxweş bû.
Sayaman got ku dibê dîmenên Tunceliyê bên dîtin û wiha axivî:
"Ez dixwazim ku bira tûrîst li vê derê bigerin, bibînin û tûrîstên din jî bên vê derê û eva dera pêş keve. Ez wek keseka ku li Dêrsimê mezin bûme naxwazim ku navê vê derê bi terorê bê zanîn, bi rastî aştî bê û dîmenên tebîetê yên xweşik bên dîtin. Hêviya min ew e ku zêdetir tişt li vê derê bibin. Ji ber bûyeran navê Dêrsimê wek xirab derketiye. Ez dixwazim ku ev şaşiya bê serastkirin, welatî bên vê derê û eva dera bê nasîn."