Hakan Sarı
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Li Tetwana navçeya Bidlîsê komeke ji çiyagerên herêmî û biyanî pêk tê hilkişiya Çiyayê Nemrûdê.
Koma ku ji 9 kesan pêk tê li Tetwanê gihîşt hev û bi serkêşiya Hîndekarê Beşa Perwerdeya Beden û Mamostetiya Werzişê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Mustafa Bîngol hilkişiya Çiyayê Nemrûdê ya ku hê berf lê heye.
04.04.2023 Çiyager hilkişiyan Çiyayê Nemrûdê
Li Tetwana navçeya Bidlîsê komeke ji çiyagerên herêmî û biyanî pêk tê hilkişiya Çiyayê Nemrûdê.
Bîngol got çiyayên di hewzaya Bîngol û Gola Wanê da dimînin ji bo kaşûna ji çiyayan baş in û divê ji bo turîzmê bêne nasandin.
Bîngol got bi hatina biharê va hilkişandina çiyayayan jî dest pê kir û wiha axivî: "Bi taybetî turîstên ji dervayî bajêr tên gotin herêm ji bo kaşûna ji çiyê û hilkişandinê gelekî baş e. Dema em lê dinihêrin Girê Pîramîtê, Çiyayê Başetê, Çiyayê Artosê, Çiyayê Nemrûdê û Çiyayê Suphanê ji bo kaşûna çiyê cihên baş in. Divê ev der ji bo turîzma werzişê ya kaşûna çiyê bên bikaranîn. Ev koma pêncem e ku hat Wanê ku hilkişe çiyê. Daxwaz hê jî dewam dikin."