Tirkiye

Li 7 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêya 791 tax û gundî hat girtin

Abdullah Tel, Haydar Şahin  | 14.02.2020 - Rojanekırın : 15.02.2020
Li 7 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêya 791 tax û gundî hat girtin

Erzurum

 Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li Erzirom, Erdexan, Tûncelî, Qers, Îdir, Erzincan û Agiriyê rêya 791 tax û gundî hat girtin.

Li herêmê ev demeke ku berf û pûk zêde ye û ji ber vê rêya 202 taxên li ser Erziromê ne girtî ne. Li Erdexanê rêya 21, li Tunceliyê rêya 116, li Qersê rêya 25, li Îdirê rêya 17, li Erzincanê rêya 278 û li Agiriyê jî rêya 132 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne.

Ekîbên Rêbejê, yên Îdareya Taybet a Bajêran û yên şaredariyan ji bo vekirina rêyên tax û gundên di bin rêveberiya wan da ne hewl didin û xebatên xwe didomînin.

Di hewaya sar da ekîbên rê vekirinê ji alîkî da rê vedikin, ji alîkî da xwê bi rê wer dikin lê ji ber pûkê hin caran jî zehmetî dikişînin.

Li 4 bajarên Rojhilatê welêt rêya 1063 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya bajarên Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 1063 wargehan hat girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 516 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

- Hekarî

Li Hekariyê ji ber rewşa hewayê rêya 87 gund û 210 goman hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 297 wargehan dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî bi kamyonan berfa li navenda bajêr dikişînin dervayê bajêr.

- Bidlîs

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 145 gundan ji ber berfê hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 105 gundan hat girtin.

Nîhat Rençberê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

Ajokarên rêbejaya Mûş-Bidlîsê bi kar tînin ji ber mij û cemedê tengasiyê dikişînin.

Navenda bajêr bi xemla sipî xemilî, ji ber hewaya sar qirayî ket ser daran.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.