Jiyan

Bi salan e miqatî leglegên ku li Deşta Mûşê datînin dibin

Önder Beyter  | 08.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Bi salan e miqatî leglegên ku li Deşta Mûşê datînin dibin

Muş

 Bi salan e welatî xwedî li leglegên ku havînê tên û li Deşta Mûşê datînin derdikevin û qenc miqatî wan dibin.

Deşta Mûşê ku li ser guzergeha koça balindeyan e û her wiha bi devî û dehlên xwe va balindeyên koçber sitar dike, leglegan jî diezimîne ku bi hatina xwe ra mizgîniya biharê didin û bi çûyîna xwe ra jî hatina zivistanê nîşan didin.

Bi salan e leglegên ku demsala biharê tên û li ser dîregên ceyran û têlefonê û her wiha li ser mînare û baniyên malan hêlûnê çêdikin û havîna xwe tê da derbas dikin, dibin xemla Deşta Mûşê.

Şêniyên gundên dewrûberê jî ji qûtdayînê heta dermankirinê bi her tiştê leglegan ra eleqedar dibin û qenc miqatî wan dibin.

- "Ji bo ku hêlûna wan xirab nebe, min qata duyemîn a mala xwe çênekir"

Xelkê gundê Alazliya navçeya Korkutê Yuksel Guven di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku leglegên mizgîniya biharê gava tên gund, ew gelekî şad dibin.

Guven got ku wî ji bavê xwe bihîstiye ku çîvik ji berê da ye tên û wiha dewam kir, "Min çend sal berê maleke nû çêkir. Li ser dîrega ceyranê ya li kêlekê hêlûn hebû. Min dest neda dîregê, lewra hêlûn dê xirab bûya. Ji bo wan min qata duyemîn a mala xwe çênekir. Ekîban xwest dîregê ji şûnê rakin, lê min nehîşt. Ew sembola gundê me ne. Em bi dermankirina wan ra jî eleqedar dibin."

- "Li Deşta Mûşê gelekî tên hezkirin"

Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Xwezayê ya Leglegan a Mûşê Kasim Avci jî diyar kir ku Deşta Mûşê bi dehl û deviyên xwe va yek ji rawestgehên sereke yên leglegan in.

Avci wiha xeberda:

"Leglegên tên Deşta Mûşê gelekî tên hezkirin. Her sal di hefteya yekemîn a adarê da tên ser hêlûnên xwe yên berê. Bi hezaran legleg havînê cûcikên xwe li vê derê mezin dikin. Ji ber ku însan xwedî li wan dertên, legleg jî ji însanan nasilikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın