27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
VAN/BÎTLÎS/EDÎRNE/ERZURUM
Li Bidlîs û Wanê du kes bi salan e di 10 rojên dawîn ên meha remezanê de li mizgeftê dikevin îtiqafê.
10 rojên dawîn ên meha remezanê dev ji hemû kar û barên dinyayê berdan û li mizgeftê bi tenê nimêj û dia kirinê re dibêjin îtiqaf û ev sinneta pêxember e.
- 20 sal e dikeve îtikafê
Mehmet Okurê 62 salî yê ku li Hîzana navçeya Bidlîsê dijî ev 20 sale li mizgeftê dikeve îtiqafê.
Okur ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Ev sinnet ji hêla gelê me ve zêde nayê kirin, lê em her sal hewl didin bikevin îtiqafê. Em heta sibê Qur'anê dixwînin û nimêj dikin. Baş derbas dibe."
Meleyê Mizgefta Nurê ya Hîzanê Huseyîn Bulduk jî got ku îtiqaf sinneta pêxember e.
Li Edirneyê komeke ji 7 kesan pêk tê jî li Mizgefta Gazî Mihalê ji 19ê remezanê vir ve ji mizgeftê dernakevin. Kom nimêj û diayan dike, fitar û paşîvê jî di mizgeftê de dixwe.
- Li Erziromê di mizgeftên dîrokî de îtiqaf
Li Erziromê mizgeftên dîrokî yên ji dema osmaniyan û selçukiyan mazuwaniya welatiyan dikin ku ew bikevin îtiqafê.
Halîl Delenê (69) ku meleyê teqawîdbûyî ye jî ji nûçegihanê AAyê re got ku ji bo ku ew vê sinetê pêk bîne hatiye Erziromê.
Wekîlê muftiyê Erziromê Celal Buyuk jî ji nûçegihanê AAyê re got ku Hz. pêxember her remezan ketiye îtiqafê û divê mirov vê sinetê pêxember bişopînin.