29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
WAN
Li Wanê 5 xwendeakrên qîz ên ku bi piştevaniya mamoste û malbatên xwe tevlî tîma duçerxeyê ya dibistanê bûn, di Şampiyonaya Tirkiyeyê da ketin dereceyê. Navçe û malbatê xwendekarên qîz bi serkeftina wan serbilind bûn.
Xwendekarên qîz ên ji Wanê di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Duçerxeyê ya Sporên Dibistanê ya ku di 13-15ê hezîrana 2016an da bi beşdarbûna lîstikvanên ji 11 bajaran li Konyayê hat kirin bûn da, ketin dereceyê. Xwendekar di kategoriya Ayê ya qîzan da û di pêşbirka rê ya 20 kîlometre da bûn şampiyon. Qîzên ku li vir bûn şampiyon niha berê xwe dane pêşbirkên navneteweyî.
Li Tûşbaya navçeya Wanê, 5 xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Abdurrahman Gazî ÎMKByê digel nerazîbûna malbatên xwe, tevlî tîma duçerxeyê ya dibistanê bûn.
Mamosteyê sporê yê dibistanê Muzaffer Koç ji nûçegihana AAyê ra wiha daxuyand, di serê sala perwerdeyê ya 2015-2016an da me ji bo avakirina tîma duçerxeyê xebat dan destpêkirin.
Koç wiha dewam kir: "Me di demeke kurt da tîma kuran ava kir lê malbatên xwendekarên qîz li hemberî avakirina tîma qîzan astengî derdixistin. Me bi alîkariya rêvebiriya dibistanê û mamosteya jin a tîmê malbat îqna kirin."
Koç got ku Şevval Yerturk, Aleyna Akyurek, Gamze Nûr Erçek, Ozlem Gokeş û Berîvan Kutluturk tevlî tîmê bûn û wiha pê da çû: "Di serê ewil da malbat nerazî bûn. Me bi alîkariya midûr û mamosteyên xwe va malbat qanî kirin. Jixwe mamosteya me ya zimanê îngilîzî Tûba Kûrt jî bi me ra hat Konyayê. Ji bo ku mamosteyeke me ya jin jî di tîmê da bû, malbat razî bûn. Nêrîna wan guherî. Êdî zêdetir piştevaniya me dikin. Înşallah wê ji vir û pê va astengiyan dernexin pêşiya me. Em ê rihettir tevlî pêşbirkan bibin."
- Piştî ku malbatan piştevaniya tîmê kir, tîm bû şampiyon
Berîvan Kutluturka ku tevlî tîmê bû got ku ew ji ajotina duçerxeyê hez dike, ji bo vê beşdarî tîmê bûye û wiha dewam kir:
"Gava ku ez ê tevlî tîmê bibûma malbata min destûr neda. Gava ku min ji bavê xwe ra got, ew razî nebû. Jixwe li derveyî bajêr bû û nexwest ez herim. Min bi alîkariya mamosteyên xwe malbata xwe îqna kir. Piştî ku em bûn şampiyon malbata me zehf kêfxweş bû. Dibêjin ji vir û pê va em ê piştevaniya te bikin. Ez jî êdî zêdetir ji xwe bawer im."