Abdullah Tel
29 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Li Bazîda navçeya Agiriyê Ayhan Sagdiçê ku ji bo mixtartiyê namzediya xwe daniye bi xebat û şêweya xwe reqabeta di qada hilbijartinê da geş dike.
Sagdiçê ku di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê da ji bo mixtartiya Taxa Çîftepinara ser navçeyê namzediya xwe daniye minîbusa xwe bi afîşan xemilandiye.
Namzedê mixtartiyê Sagdiç afîşên li ser minîbusa xwe jî bi sloganên li gor dilê xwe rêz kiriye û kuçe bi kuçeyê taxê digere û ji şêniyan ray dixwaze.
Dema li hewl û xebatên Sagdiç tê mêzekirin mîna kesekî ku ji bo serokatiya şaredariyê dixebite tê xuyakirin. Lewra ew li cihên qelebalix ên taxê minîbusa xwe park dike û behsa xebatên divê ji bo taxê bên kirin, dike.
Sagdiç bi slogan û dirûşmeyên li ser afîşên bi minîbusa xwe va dalqandiye li hemberî 5 reqîbên xwe yên din dixwaze bi ser keve.
Di nav sloganên Sagdiç da "Mixtartî wê karê me yê esil be", "Piştgirî ji we, xizmet ji me" û "Rayeyê bide, tesîrê bibîne" bala şêniyên taxê dikşîne.
- "Ez bi rêbazeke nû tevlî reqabeta hilbijartinê bûm"
Sagdiç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li ser daxwaza nas û dostan bû namzed û wiha pê da çû: "Ez ji tiştên nû hez dikim û ji ber vê jî bi rêbazeke nû tevlî xebatên hilbijartinê bûm. Niha li taxa me 7 hezar û 13 dengdêr hene û ji wan nêzî 3 hezar kes karmend in. Bi taybetî jî ji bo ku bala wan bikişînim min dest bi xebateke wiha kir û wesayîta xwe bi afîşên li serê va xemiland."
Li Taxa Çîftepinarê tevlî Sagdiç ji bo mixtartiyê 6 namzed hene.