11 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di xebatên lêgerînê da 7 terorîstên ku hewl didan ji herêma operasyonê birevin hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da cî dan bûyerên li welêt ên ku do qewimîn.
Li gor vê li Sûra navçeya Diyarbekirê di xebatên lêgerînê da 7 terorîstên ku hewl didan ji herêma operasyonê birevin hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihîşte 286an. Di operasyonê da 6 keleşkof, 19 jarjorên wan û bombeyeke desta hat girtin.
Li Îdila navçeya Şirnexê jî di xebatên lêgerînê da 4 terorîst û kesekê ku alîkarî dida wan hatin binçavkirin, hejmara terorîstên ku di operasyonê da hatin kuştin jî bû 125an.
Li Bazîda navçeya Agiriyê jî di operasyonan da 100 kîlo amonyûmnîtrat, 80 tupên ku 38ê wan bi teqemeniyê hatine tijîkirin, 100 metre kabloya ceyranê û dokumanên rêxistinê yên ku du şikeftan da hatine veşartin hatin girtin.
Li Payasa navçeya Hatayê jî 2 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Li navenda Kilîsê jî kesekî ku li ser nasnameya PKK/PYD/YPGyê derket ê ku hewl dida bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe hat girtin.
Li Uludereya navçeya Şirnexê jî di 4 şikeftan da 98 fîşengên tivinga M-16ê û amûrên jiyanê hatin girtin.
Li Şemzînana navçeya Hekariyê terorîstekî ku ji rêxistinê revî teslîmî hêzên ewlekariyê bû.