AGRI
Îsa Cengîzê kalê 107 salî yê xwedî 14 zarok û 77 nêviyan ê ji Bazîdê, 100 sal e ku bêyî navber rojî digre û nimêj dike.
Cengîz 106 sal berê digel malbata xwe ji Îranê hat û li taxa Ehmedê Xanî bi cih bû. Cengîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê, ji nûçegihanê AAyê re qala jiyana bi tenduristî û dirêj kir. Cengîz got ku her tim Qur'ana Pîroz dixwîne û ji bo kirina nimêjê jî diçe mizgefta ku ji mala wî dûr e.
Cengîz got ku di 100 saliya xwe de çûye hecê û di 104 saliya xwe de jî çûye umrê û wiha dewam kir: "Ez ji 7 saliya xwe vir ve rojî digrim. Heta niha min di hemû mehên Remezanê de rojî girt. Herwiha ez di mehên Receb û Şabanê de jî rojî digrim. Ez di xwarin û vexwerina xwe de tim baldar im. Tiştên organîk dixwim."
Cengîz got ku ew her çiqas kal jî bûbe dikare rojiyê bigre û ev yek zorê nadê. Cengîz got ku ew her roj genim dide mirîşkên xwe, ji xebatê hez dike.
Cengîz got di yek saliya xwe de li Bazîdê bi cih bûne û wiha dewam kir: "Min Ataturk jî dît, hêj ciwan bû. Sakoyekî dirêj lê bû. Dema ermen û rûs li herêmê bûn, min ew jî dîtin. Dema ermen û rûsan li herêmê rêhesin çêkir jî min dît. Ez ji niha ve Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz dikim."
-"107emîn rojbûna xwe digel nêviyên xwe pîroz kir"
Cengîzê ku tirba Ehmenê Xanî ziyaret kir, li vir digel nêviyên xwe107emîn rojbûna xwe pîroz kir.
Cengîz findên li ser pasteyê vemirandin û got ku hêj tenduristiya min di cih de ye û ez li ser xwe me.