25 Adar 2017•Rojanekirin: 26 Adar 2017
AGIRÎ
Li Bazîda navçeya Agiriyê li Dibistana Navîn a Qerebilaxê pirtûkxaneya Zyê (pirtûkxaneya dewlemendkirî) hat vekirin.
Waliyê Agiriyê Musa Işin daxuyand ku wan li hemû dibistanan pirtûxane ava kirine û wiha axivî:
"Li dibistanên ku ciyê wan tuneye em li navenda navçe û bajaran pirtûkxaneyan ava dikin. Em ê li gundê me yê Qerebilaxê jî înşellah îsal navendeka ciwaniyê ava bikin. Zarokno, em ji we gelekî hez dikin. Ez ji we rica dikim mamosteyên xwe guhdar bikin û li ser dersên xwe baş bisekinin. Em hêvîdar in ku hûnê li vê derê perwerdeyeke baş bibînin."