İbrahim Torlak
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 28 Nîsan 2021
Koçerên ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatine, wê li ser Kercewsa navçeya Batmanê ra herin zozanên Wan, Bidlîs û Mûşê.
Bi germbûna hewayê ra koçerên ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatine, ji bo ku herin zozanên hênik ên li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ser navçeya Kercewsê ra rêwîtiya wan dewam dike.
Ji koçeran Bîlal Kaplan diyar kir ku ew ji Nisêbînê hatine û wê herin zozanên Mûşê, rêwîtiya wan wê nêzî mehekê dewam bike.
Faruk Alpogut jî diyar kir ku jiyana wan di rêyan da derbas dibe û wiha dewam kir, "15 roj in ku em di rê da ne. Em di rê da hin tengasiyan dikişînin. Piştî hewa germ bû, em bi rê ketin."