Deştên Tunceliyê bi berfîn, nêrgis û gulbiharan xemilîn
Tunceli
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra berfa deştan heliya û deşt bi berfîn, nêrgis û gulbiharan xemilîn.
Li Ovacixa ku di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da hatiye avakirin, di salê da 4 mehan berf heye û bi hatina biharê ra siruşt bi xwe va hat û xweş bû.
Li deverên bilind ên navçeyê zivistan e, li deştan jî hewaya biharê heye. Bi germbûna hewayê ra li ser eraziyan çêre hêşîn bû û bi ava berfê ra çem gur bûn û meriv dibe hejmetkar.
Li zeviyeke texma gundê Ziyaretê nêrgis, pîvok, berfîn û gulbihar hêşîn bûn û ev çîçek bi rengên xwe yên zer, binevşî û spî va dîmenên xweş derdixin holê.
Piştî zivistaneke reş û dirêj rêncberan jî pez û dewarên xwe ji gom û tewleyan derxistin û heywan di nav hêşinahiyê da diçêrin û siruştê hê bêtir dixemilînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.