İlhami Erkılıç
21 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê bi navber barana gur wê bibare û bahoz wê rabe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî be û ji danê nîvro pê va tavî û teyrok wê çêbibe.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji serê sibehê pê va ji aliyê başûr, başûrê rojava ra bahoz û bagera gur rabe.
Ji ber bahozê dibe ku di çûyîn û hatinê da tengasî derkeve, dar û banî bikevin. Ji bo vê jî divê welatî û rayedar baldar û bi tevdîr bin.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 5, li Erdexanê 6, li Agiriyê 9, li Erziromê 10, li Îdir û Erzincanê 14 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 28, li Erzincanê 25, li Agiriyê 21, li Erzirom û Erdexanê 20, li Qersê 18 pile tê payîn.