Hat ragihandin ku ji ber baran û bahozê li Xazzeyê zirara maddî ji 60 milyon dolarî zêdetir e.
Li gor rapora Wezareta Xebatê ya Hikumeta Filistînê, zirara maddî ya Xazzeyê ku ji ber rewşa hewaya nebaş çêbû, dibe ku ji 60 milyon dolarî zêdetir be.
Wezîrê Xebatê yê Hikumeta Filistînê Yusuf el Garîz wiha got: "Ji ber rewşa hewaya nebaş gelek cih di bin avê de man û eraziyên çandiniyê jî zirarê dîtin."
Gariz wiha axivî: "Bi qasî 42 hezar kes, yanî 7 hezar malbatan terka mala xwe kir. Ji van malbatan 900 malbat navenda sitargehê hatin bi cîh kirin, yên mayîn jî li mala eqrebe û ciranên xwe bûn mêvan. Qasî 3 hezar mal jî di bin avê de man. Zirara li van cihan bi qasî 40 milyon dolarî ye. Zirara rê, av, ceyran, şebekeyên ragihandinê û kanalîzasyonê jî, ji 12 milyon dolaran zêdetir e."
- "Sedema zirarê dorpeçkirina Îsraîlê ye"
Ekonomîstê Xazzeyî Semîr Ebû Mudellel jî der barê bûyerên herî dawî de wiha axivî: "Sedema zirara li Xazzeyê ya ku evqas mezin e dorpeçkirina Îsraîlê ya ku 7 salan e dewam dike ye. Heta Deriyê Sînor ê Refahê û dêriyên sînor ên ticaretê yên din venebin, dorpeçiya Îsraîlê ji holê ranebe, çêkirina sîstema binesaziyê ya Xazzeyê ne mumkin e, tedbîr hildana afatên sirûştî ne mumkin e."