Jiyan

Sûlava Yaşar Kemal a li Wanê di biharê da geş bû

Necmettin Karaca  | 20.04.2021 - Rojanekırın : 28.04.2021
Sûlava Yaşar Kemal a li Wanê di biharê da geş bû

Van

VAN (AA) - Ava Sûlava Yaşar Kemal a li Mûradiyeya navçeya Wanê ye û ji 40 metreyî diherike û di biharê da bi helîna berfê dest pê kir.

Sûlava li Geliyê Mûradiyeyê ya ku seranserê salê bi tenê qasî mehekî ava wê heye û 20 kîlometre ji navçeyê dûr e, niha bala gerokan dikişîne.

Hersal di nav meha nîsanê da bi helîna berfê ra ji Sûlava Yaşar Kemal av diherike. Ziyaretvanên xwemalî, biyanî û wênekêş ên dixwazin ji vê xweşiya bi qasî mehekî dewam dike mehrûm nemînin berê xwe didin sûlavê.

Bi helîna berfê va ava ji sûlavê ji 40 metreyî diherike û ev xweşî jî bi droneyê va hat kişandin.

Wênekêşê sirûştê Yuksel Zorlu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo xweşiya Sûlava Yaşar Kemal hergav fersend çênabe û wiha dewam kir: "Em bi tenê di meha nîsanê da dikarin vê derê bi vî halî bibînin. Ava wê 40 metre ji bilindahiyê tê xwarê. Em dixwazin bila herkes were û vê derê bibîne. Piştî mehek ava sûlavê ziwa dibe û kesên dixwazin bila ecele bikin û werin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.