Hüseyin Yıldız
11 Mijdar 2021•Rojanekirin: 12 Mijdar 2021
Li Îdirê berf barî û li gundên çiyayî erd spî bû.
Li deverên bilind ên başûrê bajêr bi şev berfê dayê û bêhn bêhn barî. Berfê li gundan erd spî kir û welatiyan heywanên xwe di hundir da alif kirin.
Ji aliyê din va berfê rêya gundên Elmagol û Gungormezê girt û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê vekirin.
Ahmet Ozturkê xelkê gundê Gurpinarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hatina zivistanê ra kesên ku li gundên çiyayî dijîn gelek tengasiyan dikişînin.
Ozturk daxuyand, wan seba zivistana ku bi mehan dikişîne, pêşda amadehî kirin û wiha dewam kir, "Berf barî, hemû heywanên me niha di hundir da ne. Piştî vê saetê heywanên me wê 6 mehan di hundir da bimînin, em ê 6 mehan zehmetiya wan bikişînin. Tişta ku em bişewitînin û xwe ber germ bikin kifş e, êzing û komira me tuneye, em bi xwe didin ber alava sergînan."