Cüneyt Çelik
11 Mijdar 2021•Rojanekirin: 16 Mijdar 2021
Li Qersê Gola Çaliyê ya ku reqima wê 2 hezar û 237 e ji ber hewaya sar qeşa girt.
Li bajêr germa hewayê di binê sifirê da 4 pile hat pîvan, Gola Çaliyê ya di navbera navenda bajêr û navçeya Dîgorê qeşa girt.
Li der û dora golê cur bi cur nebatên endemîk hene û ji 2016an vir va ew wek "qadeke avî ya ji hêla neteweyî va girîng e" tê parastin.
Ev gola ku bihar û havînê ji gelek çûkên koçber ra mazuvaniyê dike qeşa girt.
Welatî Adem Alp daxuyand ji duh êvarê pê va li bajêr berf dibare û Gola Çaliyê ya li Bihureka Hanlarê ye jî qeşa girt.
Alp got ji vir pê va êdî berfê li navenda bajêr jî bibare û ji ber ku golê qeşa girtiye êdî tu çûk li vê derê nemane.