Abdullah Söylemez
21 Gulan 2022•Rojanekirin: 22 Gulan 2022
Li Agiriyê berfa di meha gulanê da lê kir gund û çiyayên bajêr çîl û spî kir.
Barîna ku li bajêr bi navber dibarî li deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hişt.
Bi barîna berfê ra çiya û gundên li deverên bilind ên bajêr bi berfê çîl spî bûn.

Şivan û gavanên li mêrgan pez û dewarên xwe diçêrandin jî ji ber lêkirina berfê zehmetî kişandin.
Lê çiyayên berfê avêtiyê û ewrên li esman ji dûr va dîmenên xweş raxistin holê.
Ji welatiyan Sînan Ergul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku meha gulanê bi berf û baran derbas dibe û car caran li deverên bilind berf erdê digire.