Mehmet Emin Gürbüz
09 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Boluyê piştî barîna berfê Parqa Siruştê Abant ji bo dawiya hefteyê bû cihê kêf û seyranê ya turîstan.
Parqa Siruştê Abant ku 35 kîlometre ji navendê dûr e bi tebîeta xwe ya xweşik balê dikşîne piştî barîna berfê qelebalix bû.

Kesên ku xwastin dawiya hefteyê kêfa berfê bikin berî xwe dan Abantê.
Kesên rojane û yên bo mayînê hatin Abantê li dora golê ku lê qalindiya berfê gihişt 15 santîmetreyan meşiyan û kêfa tebîeta xweşik û berfê kirin.
Zarok jî digel malbata xwe gilofîşk leyîstin, xwe şeqitandin û kêfa berfê kirin.
Kadriye Biçera 60 salî ku ji Stenbolê hat Abantê got ku ew ji berfê hez dikin û ji bo dawiya hefteyê derbas bikin digel zarok û neviyên xwe hatin Abantê.
