Sevim Hatun
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
RAMALLAH
Serokê Dewleta Filistinê Mahmud Ebbas diyar kir ku Îsraîlê Peymana Aştiyê ya Osloyê ya di sala 1993an de bi Rêxistina Rizgariya Filistînê re kiribû bi dawî kir û got ku lazim e ev peyman cardin were nirxandin.
Ebbas got: "Îsraîlê dawî li Osloyê anî. Ji ber vê yekê lazim e ji nû ve li ser were axaftin. Otorîteya Filîstînê serdestiya Îsraîlê qebûl nake."