Abdullah Tel
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê li ser hewla Amerîkayê ya ku PYD/PKKa rêxistina terorî wek artêş bi rêk û pêk dike, daxuyanî da û ev rewş şermezar kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat ragihandin:
"Yekîtî û bihevratiya Amerîka bi PYD/YPGê ra didomîne û di heman demê da jî li dijî peyman û beyanatên Amerîkayê ne û hewl û xebatên wiha yên ku yekîtiya axa Sûriyeyê û ewlehiya me ya neteweyî dixe nav talûkeyê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Em lêsorbûna di vê mijarê da şermezar dikin û Tirkiye ji bo berteferkirina hemû gefên li ser welatê xwe bibiryar e û xwedî hêz e, em vê yekê jî careke din bibîr dixin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li ser xebera "PYD/YPGa rêxistina terorî bi piştgiriya Amerîkayê ji bo avakirina qaşo 'Artêşa Bakur' li Sûriyeyhewl dide" wezaretê di 10ê rêbendanê da gazî Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê kir û jê xwest ku meseleyê îzah bike.