Önder Beyter
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê eşîrên mezin destnîşan kirin ku rêxistina terorî DEAŞ dibe ku ji ser navçeya Hewîceyê êrişî bajêr bike.
Nûnerên eşîran li Midûriyeta Eşîretên Kerkûkê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê kom bûn û herwiha li ser rewşa dawîn a navçeya Hewîceyê civînek li dar xistin.
Serokê Eşîreta Zengeneyê Osman Zengene piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku digel operasyona serkeftî ya Mûsilê, rêxistina terorî DEAŞ hê jî navçeya Hewîceyê zeft dike û ev yek hem ji bo Kerkûkê û hem jî ji bo tevahiya Iraqê rewşeke xeternak e.
Zengene bal kişand ku piştî rûxîna Mûsilê, îhtimal heye ku rêxistin ji ser Hewîceyê êrişan pêk bîne û wiha xeber da, "DEAŞ dikare ji ser navçeya Hewîceyê êrişî Kerkûkê bike."
Zengene sozê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû, "Piştî Mûsilê wê operasyona Hewîceyê dest pê bike" da bibîrxistin û wiha got, "Serokwezîr Ebadî divê sozê xwe yê der heqê operasyona Hewîceyê da bîne cih."
Rêxistina terorî DEAŞê ji hezîrana 2014an vir va Hewîceya navçeya Kerkûkê ligel bajarokên wê Riyaz, Ebasî, Reşad û Zap zeft kirine.
Milîtanên DEAŞê car caran bi şiklê penaberan tele tel dikevin nava parêzgeha Kerkûkê û fealiyetên terorî dikin.