İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
BEYRUT
Hat ragihandin ku li rojhilata Lubnanê, Geliyê Bekaayê di kampeke ku piraniya wan sûriyeyî tê da dijîn da şewat derket û li gor agahiyên ewilîn 4 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li Geliyê Bekaayê di Kampa Milteciyan a Kab Îlyas da bi sedemeke ku hê ne diyar e, şewat derket. Li gor agahiyên ewilîn 4 penaber di şewatê da mirin, gelek kes birîndar bûn. Di kampê da nêzî 200î çadir hene û hat gotin ku zarok jî şewitîne.
Rayedaran li ser hejmara birîndaran hê tu agahiyeke zelal parvenekiriye û hat gotin, dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.
Hat gotin ku gelek kes bi dûyê agir ketine û hin kes fetisîne, ekîbên îtfaiye û tenduristiyê sewqî herêmê kirine.
Li gor miqamên Lubnanê li welêt hejmara penaberênsûriyeyî dora milyonek û nîvî ye. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ku ev reqam dora milyonekê ye.
Li gor reqamên NYê ji sedî 34ê penaberên sûriyeyî yênli Lubnanê li Geliyê Bekaayê di kampan da dijîn.