Hemn Baban
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Wezîrê Çand û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd, bangewaziya Îranê kir û got: "Divê Îran bizane ku berjewendiyên wê li Herêma Kurdistanê ji qutkirina avê zêdetir e. Em mecbûr in ku ava li Herêma Kurdistanê kom dibe li bendavên Dukan û Derbendîxanê bicivînin. Me ji Iraqê re jî ragihandiye. Ev naxwazin li ser we bibirin lê em mecbûr in xelkê xwe bifikirin."
Ebdulsettar Mecîd li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê kêmbûna ava Zêyê Biçûk de nirxandinên giring kirin.
Ava Zêyê Biçûk ji roja yekem a meha remezanê ve ji aliyê Îranê ve hat kêmkirin û Herêma Kurdistanê jî li dijî vê nerazîbûn nîşan da.
Ebdulsettar Mecîd li ser kêmkirina avê wiha agahî da:
"Îran li ser ava ku dirije Herêma Kurdistanê gelek bendavan lêdike. Ne tenê Îran, Tirkiye jî bi projeya GAPê ku 22 bendavan çêdike dibe ku avê kêm bike. Lê zirara van zêdetir li ser naverast û jêra Iraqê heye, ne li ser Herêma Kurdistanê. Îran ji ber wan bendavan ku bi tevahî 11 ne yek xelas kiriye, av girtiye. Ew bendavên li ser Ava Sîrwan ava dike û beşên wê jî dike 9 heb. Ji bo van zêdetir ji yek milyar metrekûpî avê digire. Di wextê xwe de me ev mijar çend caran ji berpirsên Îranê re ragihandin. Lewra heqê her welatê ku av tê re derbas dibe heye ku jê sûdê werbigire. Çi ji bo bendav çi jî ji bo çandinî, pîşesazî û geştiyariyê. Dikarin sûdê jê bigirin. Lê nabe ku ziyanê bigihînin Herêma Kurdistanê."
Wezîr Ebdulsettar Mecîd bal kişand ser wê yekê ku wextê birîna avê wisa derdixîne ku têkiliya vê bi mijara referandûmê re heye.
Di behsa zerar û ziyanê de Wezîrê Avê wiha dewam kir:
"Bendava Keluse ku nêzîşî Zerdeşt e ava Zêya Biçûk bi temamî biriye. Ev ziyanê digihîne temamê Qeladizê ku 90 hezar kes tê de dijîn. Projeyên masî û bi sedan xebatên wisa yên zîraetê zirar dibînin. Di ava vexwarinê de zirar digihê Silêmaniyê jî. Ev av digihê Kerkûk û Dûbîz û deverên din jî."
Ebdulsettar Mecîd bangewaziya Îranê kir û got:
"Divê Îran bizane ku berjewendiyên wê li Herêma Kurdistanê ji qutkirina avê zêdetir e. Em mecbûr in ku ava li Herêma Kurdistanê kom dibe li bendavên Dukan û Derbendîxanê bicivînin. Me ji Iraqê re jî ragihandiye. Ev naxwazin li ser we bibirin lê em mecbûr in xelkê xwe bifikirin.