İbrahim Atmaca
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 25 Gulan 2019
Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Musa Ebû Merzuq îdia kir ku Erebistana Siûdî xwe amade dike ku di dawiya meha Remezanê da 3 melayên dîn ên navdar îdam bike.
Ebû Merzûq li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û daxuyaniya xwe siparte 2 rayedarên Siûdî. Ebû Merzûq got ku Erebistana Siûdî wê piştî Remezanê alimê Îslamê Selman el-Awde ku di sala 2017an da li Erebistana Siûdî hat girtin, Xetîb Awad el-Qarnî û pêşkêşvanê têlevîzyona dînî Elî el-Omerî îdam bike.
Malpera înternetê ya li Îngilistanê "Middle East Eye" duh îdia kiribû ku Avde, Qarnî û Omerî wê piştî Remezanê werin îdamkirin û nûçeya xwe spartibû du çavkaniyên hikûmetê û eqrebayê alimekî.