Haydar Şahin
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
QUDIS
Hat îdiakirin ku ji Xeta Xezeyê roket avêtin başûrê Îsraîlê.
Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku ji Xeta Xezeyê roket avêtin erdê Îsraîlê.
Adraee der barê ciyê ku rokêt lê ket da agahî neda, radyoya Îsraîlê destnîşan kir ku roket li ciyekî vala ketiye, tiştek bi tu kesî nehat û zirar çênebû.
Hê tu komeke ji Filistînê ya li Xeta Xezeyê berpirsyariya êrîşa bi roketê hilnedaye ser xwe.