Nihat Kavşut
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
XEZE
Balafirên şer yên Îsraîlê li Xezeyê kozikeke Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam ya hêza çekdar ya Hemasê bombebaran kir.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku li Refaha li başûrê Xezeyê kozikeke Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam hat bombekirin û di bombebaranê da kes nemir û birîndar nebû.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin: "Piştî ku ji Xezeyê rokêt avêtin Îsraîlê balafirên şer li başûrê Xezeyê 2 kozikên eskerî yên Hemasê hedef hildan."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin sedema hemû bûyerên tundiyê yên li Xezeyê Hemas e.
Avichay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê îdia kiribû ji Xezeyê rokêt avêtine axa Îsraîlê.
Komên Filistînî yên li Şerîda Xezeyê hê êrîş hilnedane ser xwe.