İbrahim Atmaca
06 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşên li ser cî û warên sivîlan ên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne didomîne.
Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan bi topan êrîşî ser navçeyên Xan Şeyxûn û Serakîbê, li bakurê bajarê Hamayê navçeyên Latamîne, Morik û Kefer Zîtayê, li devera wê ya çiyayî ya li rojavayê gundên Hawîz, Ras El Ayn, Hewîce û herêma Keleha Madikê dike.
Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsiv daxuyanî da û got ku hêzên rejimê li ser herêmên sivîlan ên li Îdlibê êrîşên sîstematîk didomîne.
Hec Ûsiv got, "Li başûrê rojahilata Îdlibê êrîşên giran tên kirin. Di êrîşan da hejmara mirî an jî birîndaran kêm bû, lewra kesên ku li wê derê diman koç kirin."
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 105 sivîl hatin kuştin û ji 310î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe.
Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşvekişandibûn.