Sevim Hatun
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrişa xwekujiyê ya li Bexdaya paytextê Iraqê de 16 kes hatin kuştin, 65 kes birîndar bûn.
Berdevkê Karên Navxweyî yê Iraqê Seed Mean di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li herêma Sihaya Tayarana ser navendê êrişa xwekujiyê hat kirin, di êrişê de 16 kes hatin kuştin, 65 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.