BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî û lijneya gel wî re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya serokwezîriya Iraqê hat weşandin, civîn li ofîsa fermî ya Îbadî ya li Bexdayê hat kirin. Di daxuyaniyê de cih dan axaftina Îbadî û wiha hat destnîşan kirin: "Ji ber gefxwarinên terorê, em mecbûrin ku hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ez bawerim ku hemû pirsgirêk li ser xîmên zagona bingehîn, dad û wicdan tên çareserkirin. Em zanin ku tu pirsgirêk di demeke kurt de nayên çareserkirin, ji bo çareserkirinê pêdivî bi atmosferekê guncaw heye."
Nêçîrvan Barzanî jî got ku Serokwezîr Îbadî ji bo pêşveçûna Iraqê gavên berbiçav avêtiye û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku pêvajoya nû dest pê kir, ne tenê ji bo berjewendiyên HKIyê ji bo hemû gelê Iraqê bi xêr be. Daxwaza me ew e ku em pirsgirêkên di navbera xwe de bi hevdîtinan çareser bikin. Iraq bi rêxistina terorê ya DÎŞI û qeyranên aboriyê re rûbirû ye. Ev jî berxwedana me hemûyan e."
Hat hînbûn ku Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Kûbat Talabanî û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî jî tevlî hevdîtinê bûn.
Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkên wek pêdiviya bi neftê, parvekirina butçeyê di 13ê mijdarê de li hev kiribû. Li gor vê lihevkirinê Hikûmeta Iraqê dê ji butçeyê 500 milyon dolarî ji rêvebiriya HKIyê re bişîne û Hewlêr jî ji nefta Ceyhanê rojane 150 hezar warîlî bide Bexdayê.