ÎSTANBUL
Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos û Papa Francîscûs îmze avêtin danezaneke hevpar.
Piştî merasima îmzeyê ya li Patrîkxaneyê, nivîsara danezanê li çapêmeniyê re hat belavkirin.
Di danezanê de hat gotin ku danezan bi mebesta "teyîdkirina niyetên hevpar û fikaran" hat dayîn û Katolîk û Ortodoks di serî de ji bo yekîtiya hemû mesîhiyan hewl bên dayîn, ev danezan jî biryardariyê vê hewildanê dide nîşan.
Di danezanê de hat diyarkirin ku ew ji ber rewşa îro ya Iraq, Sûriye û hemû Rojhilata Navîn bi fikar in û wiha hat gotin: "Em dixwazin ku şer bi rêya diyalog û lihevkirinê çêbibe û aştî û îstiqrar were."
- Peyama Rojhilata Navîn
Di danezanê de wiha hat gotin: "Em dixwazin ku her kes ji bo civatên ku êş û kedera wan heye hewl bidin û divê alîkarî bê dayîn ku mesîhî jî di nav de civatên herêmê li welatê xwe bimînin. Lewra em ji Rojhilata Navîneke bêmesîhî razî nabin."
- Diyaloga mesîhî û misilmanan
Di danezanê de li ser divêtiya diyalog û tevkariya mesîhî û misilmanan hat sekinandin û wiha hat gotin:
"Divê misilman û mesîhî ji bo edalet, aştî û rûmeta mirovan û rêzgirtina mafên mirovan tevkariyê bikin û em wek pêşengên mesîhiyan bang dikin ku di navbera dînan de diyalog bidome, hêzdartir bibe."