HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yaver diyar kir ku pêşmergeyên ku piştgiriyê didin komên kurd ên ku li dijî DÎŞIyê li Kobanê (Eyn el-Ereb) têdikoşin dê bên guhertin.
Yaver daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Pêşmergeyên me yên li Kobanê piştgirî didin hêzên kurd westiyan. Em ê wan paşve bikşînin û hin komên nû yên pêşmergeyan, di şûna wan de bişînin. Ji bo ewlehiya pêşmergeyan em ê dema guherînê eşkere nekin."
Ji fermandarên pêşmergeyan ên li Kobanê Abdulkahhar Mecîd jî wiha got: "Dema guhertina hêzên me yên pêşmerge hat. Agahî dan me ku dê di demeke kurt de di şûna me de komeke nû ya pêşmergeyan bişînin."
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 28ê kewçêrê de 160 pêşmergeyî şandibû Kobanê. Pêşmergeyên ku bi çekên giran ji Sirûca navçeya Urfayê derbasî Kobanê bûn ev demeke li herêmê li dijî DÎŞIyê têdikoşin.