Serokê rûhanî yê xiristiyanan Papa Francîscûs li Vatîkanê ayîna Noelê bi rêve bir. Ayîn li Bazîlîkaya Ezîz Petrûsê ya ku ji bo xiristiyanên katolîk girînge hat kirin.
Papa bi xaçê kete hundir û dest bi ayînê kir. Papa Francîscûs di bernameyê de li ser "xesasiyetê" sekinî û got ku divê hemû kes di têkîliyên xwe de bi xesas tevbigerin. Serokê rûhanî, bal kişand pirsgirêkên cihanê û diyar kir ku heke hemberî wan meselayan bixesas tevbigerin dê pirsgirêk jî çareser bibin.
Xiristiyan, Şeva Noelê wek rojbûna Hezretî Îsa qebûl dikin, her sal di roja 24ê qanûnê de ayînan li dar dixin û cejna hev pîroz dikin.