VATÎKAN
Papa Francîscus destnîşan kir amade ye ku here Herêma Kurdistana Iraqê ya ku di bin talûkeya êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de ye û gelek xrîstiyan û kêmnetewe lê dijîn.
Papa di çarçoveya Rojên Ciwanan ên Asyayê ya 6emîn de li Koreya Başûr bû, Papa piştî serdana xwe vegeriya Romayê û di balafirê de daxuyanî da rojnamevanan.
Papa di serî de êrîşên DÎŞIyê yên li Iraqê û mirina merivên sivîl tê de bal kişand ser pevçûnên ku li dinyayê diqewimin û got ku pirî caran di van pevçûnan de jin û zarok dimirin.
Papa destnîşan kir ku li ser rûyê dinyayê kuştin û mirin bûye tiştekî sirûştî û wiha got: "Em şerê cihanê yê sêyemîn dibînin, lê perçe perçe dibînin."
Papa der barê Iraqê de jî wiha axivî: "Ez amade me ku herim Kurdistanê, lê di nav van şert û mercan de tişta herî baş nîne."