ÎSTANBUL
Serokê alema katolîkan ê ruhanî Papa Francîscus li Patrîkxaneya Rûman a Fenerê beşdarî ayînê bû.
Dema konvoya Papayê derbas bû hêzên ewlekariyê rê girtin û tevdîrên ewlehiyê hildan.
Berpirsyarên patrîkxaneyê papa pêşwazî kirin û dema Papa Francîscus kete patrîkxaneyê zengilê xistin.
Francîscus çû Dêra Aya Yorgiyê û beşdarî ayîna yekşemê bû. Patrîkê Ruman ê Fenerê Bartholomeos ayîn rê ve bir.
Kesên ku vexwendnameyên wan tune re destûr nehat dayîn ku beşdarî ayînê bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê Evangelos Venîzelos jî ji bo ayînê hat patrîkxaneyê.