BÎNGOL
Midûrê Şaxa Polêsên Bergiriyê yê Midûriyeta Ewlehiyê ya Bîngolê Alî Îhsan Gongur rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Gungor li Taxa Recep Tayyîp Erdogan ji bo serdanê diçû malekî û di wê demê de rastî êrîşa çekdarî hat. Êrîş bi destê kesekî ku hêj nasnameya wî nehatiye eşkerekirin ve hat lidarxistin.
Hat ragihandin, Gungurê ku gule li ser milê wî ket ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
Rewşa midûr xedar nîne û polêsan jî ji bo qefaltina wî kesî ku êrîşê lidarxist dest bi xebatan kirin.