ANKARA
Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn îro bi lijneya gel xwe re, tê Enqereyê ziyaret dike.
Li Qesra Serokomariyê dê ji bo pêşwazîkirina Pûtîn merasimek bê lidarxistin. Piştî merasimê dê Pûtîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin bikin.
Piştre dê di hevserokatiya Erdogan û Pûtîn de, 5emîn Civîna Konseya Hevkariya Paye Bilind a Komara Tirkiye û Federasyona Rûsyayê(UDÎK), bê lidarxistin.
Dê wezîrên bi mijarê re eleqeder ên her du welatan jî beşdarî civînê bibin û di civînê de, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi berfirehî hildin dest; herwiha dê li ser mijarên ku her du welatan eleqeder dikin û meseleyên navneteweyî fikr û ramanên xwe parve bikin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta ziyareta Pûtîn dê şîvê bide.